
Wekî Platforma Neteweyî ya Kurd, me li Edeneyê dest bi xebatên belavkirina broşûrên xwe yên danasînê kir.
Ev çalakiyên me armanc dike ew ê ku raya giştî li ser armanc, pîvanên bingehîn û xebatên platforma me agahdar bikin, di pêvajoya pêş de dê li tax û herêmên cuda yên ku nifûsa Kurd lê zêde ye jî bên domandin.
Ev xebatên ku armanca wan avakirina têkiliya rasterast bi gel re û bihêzkirina hişmendî û pişgiriya civakî ye dê di çarçoveya têgihîştineke demokratîk, rewa û şefaf de berdewam bikin.




Română



