Falah Mustafa

7.7K posts

Falah Mustafa

Falah Mustafa

@FalahMustafa

Special Assistant to President of Kurdistan Region for Foreign Policy Affairs- Former Head of KRG- Department of Foreign Relations- DFR Proud Father and Husband

Kurdistan Region- Iraq Katılım Mart 2011
674 Takip Edilen239.7K Takipçiler
Falah Mustafa retweetledi
Nechirvan Barzani
Nechirvan Barzani@IKRPresident·
بە توندی سەرکۆنەی ئەو هێرشە مووشەکییەى ئێران دەکەین کە بەرەبەیانی ئەمڕۆ بارەگاکانی هێزی پێشمەرگەی لە سنووری سۆران بە ئامانج گرت و لە ئەنجامدا ژمارەیەک پێشمەرگەی قارەمان شەهید و بریندار بوون. پرسە و سەرەخۆشیی قووڵی خۆمان ئاراستەی بنەماڵە و کەسوکاری سەربەرزی شەهیدان دەکەین و هاوخەمیانین، هیوای چاکبوونەوەی خێراش بۆ برینداران دەخوازین. هەرێمی کوردستان هەمیشە فاکتەری ئارامی و سەقامگیری بووە. ئێمە پابەندین بە سیاسەتی تێوەنەگلان و دوورکەوتنەوە لە ململانێکان، بە هیچ شێوەیەکیش هەڕەشە نین بۆ سەر ئاسایشی وڵاتانی دراوسێ. بۆيه‌ ئەم هێرشە، دەستدرێژییەکی دوژمنکارانەی ڕاستەوخۆیە بۆ سەر سەروەریی وڵات و هیچ پاساوێک هەڵناگرێت و تەواو پێچەوانەی بنەماکانی دراوسێیەتیی باشە. داوا لە حکوومەتی فیدراڵیی عێراق و کۆمەڵگەی نێودەوڵەتی دەکەین هەوڵەکان چڕتر بکەنەوە بۆ ڕێگریکردن لە دووبارەبوونەوەی ئەم دەستدرێژییانە و پاراستنی سەروەریی خاکی عێراق و هەرێمی کوردستان.
CKB
96
266
1.4K
61.4K
Falah Mustafa retweetledi
Nechirvan Barzani
Nechirvan Barzani@IKRPresident·
Peyama min ji bo Newroza Amedê: Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî, bi germî û ji dil, li hemû gelê Kurd û li weyên hêja pîroz dikim ku îro li vir, li Ameda rengîn ji bo pîrozkirina Newrozê kom bûne. Newroz ji bo me cejneke taybet e; sembola vejîn û îradeya jiyanê ye, her wiha nîşandana hêviyên milletekî ye ku hertim têhniyê azadî û pêkvejiyanê bûye. Hêvîdar im ev cejn ji bo hemûyan bibe sedema xêr û aramiyê. Ev girseya we ya ku li Amedê bûye karekî salanê yê cwan, bi serê xwe; cejna jiyan û cwaniyê û nîşana daxwaz û peyama gelê Kurd e ji bo biratî û qebûlkirina hevdu. Di demekê de ku em îro cejna Newrozê pîroz dikin, em dixwazin piştgiriya xwe ya dilsozane ji bo aştiyê tekez bikin. Pêkanîna aştiyê li Tirkiyê karekî dîrokî ye û ji bo berjewendiya herdu gelên Kurd û Tirk û tevahiya herêmê ye. Aştî; rêya yekane ye ku pêşerojeke geş ji bo nifşên me misoger dike. Em pir ji kevnde cîran û hevqeder in. Çarenûs û berjewendiyên me yek in. Tenê bi rêya pêkvebûn û aramiyê em dikarin bi ser astengiyan de serkevin û jiyaneke bi rûmet ji bo her kesî ava bikin. Li vir, spasi û destxweşiyê ji bo hemû wan gavan dubare dikim yên ku heta niha ji bo serêxistina aştiyê hatine avêtin. Em bi hêvî li van hewlan dinêrin û çavê me li gavên zêdetir e. Em li Herêma Kurdistanê, dîsa hemû hevkariya xwe ji bo serêxistina aştiyê nîşan didin û li benda bidawîbûna pevçûnan û bicihkirina aramiyê ne. Werin em hemû pêkve kar bikin ji bo ku di van rojan de, ku herêm di nav şer û pevçûnên dijwar re derbas dibe, aştî bibe rastiyeke hertimî. Newroza we pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.
Română
57
253
2.4K
43.3K
Falah Mustafa retweetledi
Nechirvan Barzani
Nechirvan Barzani@IKRPresident·
گەلی کورد و كوردستانيیانى ئازیز لە هەر کوێی جیهان بن، بە گەرمی و لە ناخی دڵەوە، جەژنی نەورۆزی نەتەوەیی و سەری ساڵی نوێی کوردی لە ئێوە و لە خێزانی سەربەرزی شەهیدان، پێشمەرگە قارەمانەکان و تەواوی هێزە ئەمنییەکان پیرۆز دەکەم. هیوادارم ئەم جەژنە ببێتەمایەی ئارامی، ئاسوودەیی و کامەرانی بۆ هەمووان. نەورۆز گوزارشتێکی قووڵە لە مێژوویەکی پڕ لە تێکۆشان و داستانەکانی خۆڕاگریی نەتەوەیەک کە هه‌ميشه‌ به‌ ئيراده‌يه‌كى به‌هێزه‌وه‌ به‌ره‌نگارى ستەم بووه‌ته‌وه‌ و هه‌رگيز ڕاده‌ست نه‌بووه‌. نەورۆز هێمای تێکشکانی تاریکی و نوێبوونەوەی ژیانە، ئەو ڕاستییەى مێژووە کە دەیسەلمێنێت هیچ هێز و چەکێک ناتوانێت گڕی ئازادیخوازی لە ناخیکورددا بکوژێنێتەوە. ئەمڕۆش ئاگری نەورۆز بۆ ئێمە بانگەوازێکی بەردەوامە بۆ كۆڵنه‌دان، بۆ ڕووبه‌ڕووبوونه‌وه‌ى ئاڵنگارييه‌كان، بۆ ته‌بايى و پێكه‌وه‌يى. گوڕ و تينى به‌هێزمانه‌ بۆ ئه‌وه‌ى بەئیرادەيه‌كى نەورۆزییانە، دەستکەوتە دەستوورییەکانمان بپارێزین و فيدراڵى و قەوارەی سیاسیی هەرێمی کوردستان وەک بەرهەمی خوێنی شەهیدان و خەباتی ساڵه‌هامان، پته‌و و به‌هێز بهێڵینەوە. ئەمساڵ لە کاتێکدا پێشوازی لە بەهار و نەورۆز دەکەین، ناوچەکەمان بە دۆخێکی هەستیار و ئاڵۆزدا تێدەپەڕێت. مەترسییەکانی شەڕ و لێكه‌وته‌كانى لە هەموو لایەکەوە ده‌رده‌كه‌ون. بۆیە ئەرکی هەموومانە بە بەرپرسیاريه‌تیى مێژووییەوە کار بکەين تاکوو هەرێمی کوردستان و عێراق لەم ئاڵۆزییانە بەدوور بگرین. ئاشتی و ئاشتیخوازی؛ گەورەترین هێزی ئێمەن و تەنیا لە سایەی سەقامگیریدا دەتوانین داهاتوويه‌كى باشتر بنيات بنێين. لە پەیوەندیمان لەگەڵ حکوومەتی فیدراڵیی عێراقدا،وێڕاى دەستخۆشی له‌ هه‌ر هه‌نگاوێكى ئه‌رێنى، دووپاتی دەکەینەوە کە له‌م دۆخه‌دا هاريكارى و هه‌ماهه‌نگيى زياترى هه‌ولێر ـ به‌غدا و جێبەجێکردنی ڕاستەقینەی دەستوور و سیستەمی فیدراڵی و پاراستنی مافی هەموو پێکهاتەکان، تاقە گەرەنتییە بۆ عێراقێکی بەهێز و سەقامگیر. ئێمە لە هەرێمی کوردستان وەک هەمیشە فاکتەری ئارامی و سه‌قامگيرى دەمێنینەوە و دەستی لێكگه‌يشتن و دۆستایەتی بۆ هەمووان درێژ دەکەین. هاووڵاتييانى خۆشه‌ويستى كوردستان، داواتان لێ دەکەم لە کاتی گەشت و سەیراندا، بەوپەڕی وریاییەوە ڕەچاوی سەلامەتیی خۆتان و خێزان و ئازیزانتان بكه‌ن. بەتایبەتى لەم ڕۆژگارەدا کەناوچەکەمان بە دۆخێکی ئاڵۆز و پڕ لە لێکەوتەی مەترسیداری شەڕدا تێدەپەڕێت، پێویستە هەمووان زياتر ئاگادارى خۆتان بن. ده‌بێ پابەندی ڕێنمایییەکانی هاتوچۆ و لایەنە پەیوەندیدارەکان بن، تاکوو ئەم جەژنە بە ئارامى و سەلامەتی بكه‌نه‌وه‌ و هیچ ناخۆشییەک یادی نەورۆزمان لێ تاڵ نەکات. پاراستنی ژینگە و سروشتی جوانی کوردستان، ئەرکێکی نیشتمانی و نیشانەی شارستانیبوونی ئێمەیە و ده‌بێ پابه‌ندى بين. نەورۆز لە هەموو ئەو گەلانەش پیرۆز بێت کە ئەم یادەدەکەنەوە. خواى مه‌زن ئێوه‌ هه‌مووتان و گه‌ل و نيشتمانمان بپارێزێت و ئاشتى و ئارامى و دڵنيايى؛ باڵبه‌سه‌ر ناوچه‌كه‌مان و ته‌واوى مرۆڤايه‌تيدا بكێشێت. جەژنتان پیرۆز، هەموو ساڵێک بە خۆشى و كامه‌رانى.
CKB
12
61
423
8.3K
Falah Mustafa retweetledi
Nechirvan Barzani
Nechirvan Barzani@IKRPresident·
Gelê Kurd û Kurdistanîyên delal yên li her derê cîhanê bin, Bi germî û ji dil, ez Cejna Newroza neteweyî û serê sala nû ya Kurdî li we û li malbatên serbilindên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû hêzên ewlekariyê pîroz dikim. Hêvîdar im ev cejn ji bo her kesî, bibe sedema aramî, rehetî û bexteweriyê. Newroz îfadeyeke kûr e ji dîrokeke tije têkoşîn û destanên berxwedana neteweyekê ku her dem bi îradeyeke xurt li hember zilmê rawestiyaye û qet serî netewandiye. Newroz sembola têkçûna tarîtiyê û nûbûna jiyanê ye, ew rastiya dîrokê ye ku îsbat dike tu hêz û çek nikare agira azadîxwaziyê di dilê Kurdan de vemirîne. Îro jî agirê Newrozê ji bo me bangawaziyeke berdewam e ji bo berxwedan û rûbirûbûna astengiyan û ji bo aştî û yekîtiyê. Hêz û şiyana me ya xurt e ku em bi îradeyeke Newrozî, destkeftiyên xwe yên destûrî biparêzin û federalî û kiyana siyasî ya Herêma Kurdistanê wek berhema xwîna şehîdan û têkoşîna me ya çendîn salan, zexm û bihêz bihêlin. Îsal di demek de ku em pêşwaziyê li bihar û Newrozê dikin, herêma me di rewşeke hestiyar û aloz de derbas dibe. Metirsiyên şer û encamên wê ji her aliyekê diyar dibin. Lewma erkê me hemûyan e ku em bi berpirsiyariyeke dîrokî bixebitin da ku Herêma Kurdistan û Iraqê ji van aloziyan dûr bigirin. Aştî û aştixwazî; hêza me ya herî mezin e û tenê di bin sîbera aramiyê de em dikarin paşerojeke baştir ava bikin. Di peywendiyên me yên bi Hikûmeta Federalî ya Iraqê re, ji bilî wê yekê destxweşiyê li her pengaveke erênî, em dubare dikin ku di vê rewşê de, hevkariya zêdetir a Hewlêr - Bexda û bicihanîna rastîn a destûrê û sîstema federalî û parastina mafên hemû pêkhateyan, tenê garantî ye ji bo Iraqeke bihêz û aram. Em li Herêma Kurdistanê wek her dem faktora aramî û ewlehiyê dimînin û destê lihevkirin û dostaniyê ji bo her kesî dirêj dikin. Welatîyên delal ên Kurdistanê, Ji we daxwaz dikim ku di dema ger û seyranê de, bi zêdetirîn hişyarî li ewlehiya xwe û malbat û hezkiriyên xwe li ber çav bigirin. Bi taybetî di vê demê de ku herêma me di rewşeke aloz û tije encamên metirsîdar ên şer de derbas dibe, pêwîst e ku her kes zêdetir hay ji xwe hebe. Divê hûn pêdagirê rêkarên hatinûçûnê û aliyên peywendîdar bin, da ku hûn vê cejnê bi aramî û ewlehî pîroz bikin û ti nexweşiyek bîranîna Newrozê ji me re tal neke. Parastina jîngeh û sirûşta bedew a Kurdistanê, erke neteweyî û nîşana şaristaniya me ye û divê em pêdagirê wê bin. Newroz li wan hemû gelên ku vê bîranînê pîroz dikin jî pîroz be. Xwedayê mezin we hemûyan û gel û welatê me biparêze û aştî û aramî û ewlehî seranserê herêma me û li hemû mirovahiyê bigire. Cejna we pîroz be, her sal bi xweşî û kamêraniyê.
Română
38
263
2.3K
36.1K
Falah Mustafa retweetledi
Nechirvan Barzani
Nechirvan Barzani@IKRPresident·
Bi helkefta hatina Cejna Remezana Pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Bi taybetî pîrozbahiyê li malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan dikim û hêvîdar im ku ev cejn ji bo me hemûyan bibe cihê aramî, bextewerî û serfiraziyê. Bila wate û peyamên bilind ên vê cejnê yên li ser lêborîn, gerdenazadî û aştiyê, bibin fersendeke nû ji bo xurtkirina lihevhatin û pêkvejiyanê. Di vê rewşa hestiyar de ku herêma me di nava tevlihevî û metirsiyên şer re derbas dibe, erkê her kesî ye ku ji bo parastina kiyana Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna astengiyan, bi berpirsiyariya dîrokî û niştimaniyê ve bixebite. Em bi hêvî û geşbîniyê li paşerojê dinêrin û em bawer in ku gelê Kurdistanê bi berxwedan û yekdengiyê, dê vê qonaxa zehmet jî derbas bike. Hêvîdar im ji bo her kesî cejna xêr û bexteweriyê be. Cejna we pîroz be, hemû salek bi xweşî be.
Română
41
171
1.5K
28.2K
Falah Mustafa retweetledi
Nechirvan Barzani
Nechirvan Barzani@IKRPresident·
بمناسبة حلول عيد الفطر المبارك، أتوجه بأحر التهاني والتبريكات إلى عموم المسلمين في كوردستان والعراق والعالم أجمع. وأخص بالتهنئة عوائل وذوي الشهداء الشامخين، راجياً أن يكون هذا العيد فاتحة أمان وطمأنينة وسعادة للجميع. لنجعل من المعاني والرسالة السامية لهذا العيد، من تسامح وإبراء ذمم وتصالح، فرصةً جديدة لتعزيز الوئام والتلاحم. وفي ظل هذه الظروف الحساسة التي تمر بها منطقتنا وسط تعقيدات ومخاطر الحرب، يترتب على الجميع العمل بمسؤولية تاريخية ووطنية لصون كيان إقليم كوردستان، ومواجهة التحديات. إننا ننظر إلى المستقبل بعين الأمل والتفاؤل، ومؤمنون بأن شعب كوردستان، بصموده ووحدة كلمته، سيتجاوز هذه المرحلة العصيبة أيضاً. نرجو أن يكون عيد خير وسعادة للجميع. عيدكم مبارك، وكل عام وأنتم بخير.
العربية
9
48
317
6.5K
Falah Mustafa retweetledi
KRP Media
KRP Media@MediaKRP·
President Nechirvan Barzani met with Türkiye’s Consul General Erman Topçu to discuss regional developments. Both sides emphasized keeping Iraq and the Kurdistan Region out of ongoing conflicts. The President thanked Türkiye for its support and cross-border facilitation.
KRP Media tweet media
English
1
9
51
733
Falah Mustafa retweetledi
Ursula von der Leyen
Ursula von der Leyen@vonderleyen·
Just spoke with @IKRPresident Nechirvan Barzani about the ongoing security situation in the Middle East and Gulf Region. Today, Kurdistan Region’s role as a stabilising force is more critical than ever. The EU is determined to work alongside you to ensure safety and protect the hard-earned progress in rebuilding. We will continue supporting the Republic of Iraq and the Kurdistan Region.
English
356
311
1.5K
115.3K
Falah Mustafa retweetledi
Nechirvan Barzani
Nechirvan Barzani@IKRPresident·
I held a phone call with President of the European Commission @vonderleyen on regional developments and the risks of further escalation. We stressed the need for political solutions to prevent wider conflict and protect civilians. I also expressed my appreciation for the EU’s continued support to Iraq and the Kurdistan Region.
English
19
105
641
21.8K
Falah Mustafa retweetledi
KRP Media
KRP Media@MediaKRP·
President Nechirvan Barzani met with UN Resident & Humanitarian Coordinator for Iraq, Ghulam Mohammad Isaczai, to discuss Iraq’s situation & UN activities. Both sides stressed the need for continued international support to Iraq and the Kurdistan Region.
KRP Media tweet media
English
1
15
86
1.1K
Falah Mustafa retweetledi
Kurdistan Region Presidency
Kurdistan Region Presidency@KurdistanRegion·
President Nechirvan Barzani observes five minutes of silence on the 38th anniversary of Halabja chemical attack, carried out by the former Baath regime against civilians of the Kurdistan Region.
Kurdistan Region Presidency tweet media
English
4
51
259
5.3K
Falah Mustafa retweetledi
Nechirvan Barzani
Nechirvan Barzani@IKRPresident·
لە (٣٨)ەمین ساڵیادی کیمیابارانکردنی هەڵەبجەدا، بە ڕێز و شکۆوە یادی شەهیدانی بێتاوانی ئەو کارەساتە دەکەینەوە كه‌ ١٦ی ئادارى ١٩٨٨ ڕژێمى ئه‌وساى عێراق ده‌رهه‌ق به‌ گه‌لى كوردستان ئه‌نجامى دا و بۆ هه‌ميشه‌ وه‌ك برينێكى كراوه‌ى نيشتمان ده‌مێنێته‌وه‌. سەری ڕێز و نه‌وازش بۆ گیانی پاکی شەهیدانی هەڵەبجە و تەواوی کوردستان دادەنوێنین. سڵاو بۆ کەسوكارى سەربەرزیان و هەموو قوربانییان دەنێرین. هەڵەبجە تەنیا هەوڵێکی سڕینەوەی جەستەیيی كورد نەبوو، بەڵکوو تاوانێكى دژى مرۆڤايه‌تى و هێرشێکی دڕندانەى سەر ئیرادەی گەلێک بوو کە تەنیا داوای ژیان و ئازادیی دەکرد. هەڵەبجە وەک گەواهیدەرێکی زیندووی مێژوو لە ویژدانی جیهاندا دەمێنێتەوە، تاكوو مرۆڤایەتی وانەی لێ وەربگرێت و ڕێگە لە دووبارەبوونەوەی هەر جۆرە کۆمەڵکوژییەک بگرێت، له‌ هه‌ر كوێى جيهان بێت. لەم یادەدا، جەخت لە بەرپرسیاريه‌تیی حکوومەتی فیدراڵی عێراق بەرانبەر به‌ هەڵەبجە و قوربانییانی دەکەینەوە. به‌پێى بڕيارى دادگاى باڵاى تاوانه‌كانى عێراق كه تاوانى‌ كيميابارنكردنى هه‌ڵه‌بجه‌ى به‌ جينۆسايد ناساند، پێویستە قەرەبووى شایستەی قوربانییان بكاته‌وه‌، تاكوو دادپه‌روه‌رى بۆ قوربانييان به‌دى بێت. هه‌روه‌ها له‌ هه‌رێمى كوردستانيش ده‌بێ باشترين خزمه‌ت و چاودێريى پێويست پێشكه‌ش به‌ به‌ركه‌وتووانى ئه‌و تاوانه‌ بكرێت. ئەمڕۆ کە ناوچەکە بە دۆخێکی مەترسیداری شەڕدا تێدەپەڕێت، ئەرکێکی قورسی نیشتمانی لەسەر شانی هەموومانە بۆ پاراستنی هەرێمی کوردستان. لەم دۆخە هەستیارەدا، یەکڕیزی و ته‌بايى تاقە ڕێگەی پاراستنی دەستکەوتەکان و ڕووبەڕووبوونەوەی ئاڵنگارییەکانە. هه‌مووان قه‌رزارى خوێنى شه‌هيدانين و باشترين وەفاداری بۆ گيانى پاكيان، کارکردنی پێکەوەیییە بۆ دوورخستنەوەی مەترسییەکان له‌ گه‌ل و خاكى كوردستان. له‌گه‌ڵ هه‌موو سه‌ختى و ئاڵنگارييه‌كانيشدا، ئێمه‌ به‌ هيوا و ئومێده‌وه‌ له‌ داهاتوويه‌كى باشتر بۆ گه‌لى كوردستان ده‌ڕوانين و دڵنياين دواڕۆژى گه‌لى كوردستان ڕووناكه‌. دروود بۆ گیانی پاکی شەهیدانی هەڵەبجە و هەموو شەهیدانی کوردستان.
CKB
18
107
694
21.2K