
Hamid Omeri
2K posts













Fırat Aydınkaya: Hôtel Europe; Bizin li welatê me ji nivîskaran azadtirin! 🔴Romana ‘Hotel Ewrope’ ya Ferhad Pîrbal klîşeyek romanên diasporîk bixwe ye. Atmosfera romanê, lehengên romanê, terz û vegotina romanê bi qelemek klîşe hatiye nivisîn. Loma ruhê romanê ji krîzên bê tehm dest pê dike, bi krîzên bêbinî dawî dibe. Weke em zanin Pîrbal ji qasê demeke li Parisê ma ye. Roman ji xwe bi fragmanên oto-biyografîk diherike. Feqet di navbera oto-biyografîyan û romanan de carna sînor radibe; gava ev sînor rabû roman dikeve formên xatiratan û ji edebîyatê dûr dikeve. Ev roman jî pirê caran bi îhlalkirina sînoran diherike û ji formên romanê dûr dikeve, carna dibe xatirat, carna dibe senaryo ya rêzefilman. nupel.tv/firat-aydinkay…





EM LI VIR IN! avesta I CULTURE, 20ê mehê roja şemiyê li Sûra Diyarbekir vedibe. Em li hêviya we ne. BURADAYIZ! avesta I CULTURE, bu Cumartesi Diyarbekir Sur’da kapılarını açıyor. Bekleriz. 20.12.2025, Şemî / Cumartesi 12:00 - 17:00 Adres: Hasırlı Mah. Bardakçı Sok. No: 2 Sur / Diyarbakır





Çima Neteweperwerî? Yael Tamir Ji ingilîzî: Fahriye Adsay DERKET! Ji zû ve ye wext hatiye ku em îtibara neteweperweriyê lê vegerînin, ji ber ku: neteweperwerî parçeyek esasî ya modernîte û pêşveçûnê ye; komeke mirovên ji nasnameyên cuda bi ciyekî diyar ê cografî ve girê dide; bi hemana xwe ya terîtoryal girêdanekê çêdike di navbera netewe û dewletê de, li ser herêmeke diyar doza otorîteyeke meşrû dike. Neteweperwerî di korîdoreke demokratîk û aborî re ketiye nav modernîteyê, loma tenê bersiv nade hewcedariyên dewletê, bersiv dide daxwaza takekesên modern ku bibin xwediyê jiyana xwe; tecrubeyên şexsî û gişteyî dewlemend dike, maneyeke taybet dide kirinên wan, wan dike parçeyek ji zincîreyeke domdar a afirîneriyê. Netewe-dewletê bi riya koalisyoneke nav-çînî mal û derfetên biqîmet pêşkêşî welatiyan kir; endamên çînên jêrîn kirin parçeyek ji yekeyeke siyasî ya civakî û hevpar û destkeftiyên bêemsal pêşkêşî wan kir: perwerde da wan, zimanekî hevpar ferî wan kir û mafên wan ê siyasî gerantî kir. Neteweperwerî sedemeke maqûl dabîn dike: pêşî bo meseleya sînoran, dûre bo pênaseya “gel” û dawiya dawî bo meseleyên belavkirinê; welatiyên xwe temîn dike ku ev welatê me ye, axa me ye, nerîtên me ne û ev jî berpirsiyariyên me ne ku em pê rabin; teşwîqkirina peymaneke civakî û koalisyoneke nav-çînî ye û sedemên hêja dide takekesan da ku bi hev re bixebitin ji bo pêşvebirina qenciya hevpar, belavkirineke adiltir a rîsk û derfetan. Bi halê xwe yê herî xirab, hêzeke wêranker û hilweşîner e; bi halê xwe yê herî baş, yek ji hêzên herî zêde avakar û afirîner e. Ewçax lazim e, em hewl bidin û îstifade bikin ji tecrubeyên neteweyî lê çavê xwe ji rîskên wê re jî negirin. Çima Neteweperwerî? Yael Tamir Ji ingilîzî: Fahriye Adsay ISBN: 978-625-5535-39-9 13.5x21.5, 208 rûpel avestakitap.com/cima-neteweper…





Ji nav şiîrên min Şêrko Bêkes Ji soranî: Rûken Bağdu - Bedran Hebîb YEKEM KITÊBA AVESTA 1995 SALA 30. ÇAPA 4AN DERKET! Eger ji nav şiîrên min gul bavêjin derve ji çar werzan werzeke min dimire. Eger yar bavêjin derve duduwê min dimirin. Eger nan bavêjin derve sisiyên min dimirin. Eger azadî bînin der sala min dimire û ez bi xwe jî dimirim. Ji nav şiîrên min Şêrko Bêkes Ji soranî: Rûken Bağdu - Bedran Hebîb ISBN: 978-975-7112-31-0 13x19.5, 72 rûpel avestakitap.com/ji-nav-siiren-…






