Rohat Alakom
2.8K posts

Ehmedê Xanî-nivîskarê pêşîn yê mijara Newrozê di vê Newroza îsal de jî hate jibîrkirin. Tirba Ehmedê Xanî li Bazîdê, ya Mem û Zîn li Cizîrê ye. Berî salan min nivîsîbû, divê ev herdu bajar destên xwe dirêjî hev bikin û di navbera wan de pireke çandî û dostane ya hêzdar ava bibe!

NEWROZA KURDÎ Naveroka vê nivîsa derbarê NEWROZA KURDÎ dide xûya ku koka me ji kûrahiya şaristaniya dîrokê hatiye. Bila yên dibêjne me bê kok, ji eslê xwe bigerin. Despêka nivîsê dibêje: (feleknasî/nicûm) ji bo sala nû (Newroz) e, ku di nav "Newroznameya Kurdî" de hatiye.

Ehmedê Xanî-nivîskarê pêşîn yê mijara Newrozê di vê Newroza îsal de jî hate jibîrkirin. Tirba Ehmedê Xanî li Bazîdê, ya Mem û Zîn li Cizîrê ye. Berî salan min nivîsîbû, divê ev herdu bajar destên xwe dirêjî hev bikin û di navbera wan de pireke çandî û dostane ya hêzdar ava bibe!

Xebata Mehmet Yildirimçakar "Heyranok di Edebiyata Kurdî ya Gelêrî de" ku bi salan e li ser kar dike wek pirtûk derket (Peywend, 2025). Ev heyranokên ku li ser evîn, hesret û xeribiyê ne li herêma Wanê hatine berhevkirin: "...Gedelawkê min dike bê ye/Behra Wanê nade rê ye".

Ez gelek caran diçim pirtûkxana taxa ku ez lê dimînim (li Swêdê). Di beşekê de pirtûkên bi zimanên "hindikahiyên neteweyî" hene (li çepê). Duh jî çûm, di beşa "zimanên biyanî" de ev pirtûk danîbûn ser refê ji bo dîtinê: "Faîk Öcal, 101 Romanên Kurdî" (Cild I, Sîtav, 2022).