YPJ ROJAVA

4.2K posts

YPJ ROJAVA banner
YPJ ROJAVA

YPJ ROJAVA

@YPJDefense

Official Twitter Account for the Women's Defense Units (#YPJ)

Rojava (Syrian Kurdistan) Katılım Ağustos 2014
0 Takip Edilen101.2K Takipçiler
YPJ ROJAVA
YPJ ROJAVA@YPJDefense·
Penaber Efrîn: Em ê bi YPJ’ê û bi çeka YPJ’ê sûriyeke demokrat bidin avakirin. Di 26’ê Nîsanê de Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan dest bi kampanyaya piştgiriya YPJ’ê kir. Bi vê boneyê yek ji Fermandara YPJ'ê Penaber Efrîn diyar kir ku jinên ku berê nedikarî li hemberî sîstemê serî rake îro hemleyek dane destpêkirin ku xwedî li mîrasê jin derkeve û wiha anî ziman: ‘Bi îrade, bibîr û baweriya gelê me YPJ wê têkoşîneke bê hempa bide meşandin. Di heman demê de wê xwedî li xeta fedayetî ku li Rojavayê Kurdistanê hatî kirin û di heman demê de xwedî li banga jinan derbikeve.’ Penaber Efrîn di berdewamiya nirxandinên xwe de wiha anî ziman: ‘Hemle bi banga jinan destpê kir û em jî dibêjin weke YPJ em ê bi hemû hebûna xwe xwedî li wê bangê derbikevin, da ku statûya YPJ’ê hem li Sûriyê û hem jî li Cîhanê bidin qebûlkirin. Bi destek dayîna vê hemlê em ê bikaribin di destûra bingehîn ya Sûriyê de weke xaleke sereke YPJ devlî artêşa Sûriyê bibe. Wê têkoşîna me hemû li ser vî esasî be. Penaber Efrîn bal kişand ser têkoşîna YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê ku dewletên NATO ku nedikarîn DAIŞ’ê têk bibe û wiha anî ziman: ‘YPJ’ê bi fikir û felsefeya xwe ya ji Rêber APO girtiye bi wê hêza xwe çeteyên DAIŞ’ê têkbir. Ger bi rêya siyasî û dîplomasî YPJ neyê peydakirin wê ev çek ji destê YPJ’ê nederkeve. Penaber Efrîn di dawiya nirxandinên xwe de wiha anî ziman: ‘Di kar û xebatê me yê ku em niha didin meşandin ku em bikaribin di Rojava de em bikaribin ku Sûriyeke demokrat ava bikin. Dema em dibêjin Sûriyeke demokrat, em ê bi YPJ’ê û bi çeka YPJ’ê bidin avakirin.’ #YPJ #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=21781 ypjrojava.net/ar/?p=23864 ypjrojava.net/en/?p=23383
Română
3
10
63
1.5K
YPJ ROJAVA
YPJ ROJAVA@YPJDefense·
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) “Rohilat Efrîn”, tevî Berdevka YPJ’ê “Roksan Mihemed” û endama Meclîsa Leşkerî “Destîna Heleb”, pêşwazî li tîma jinan a Hîlalê kirin. Li ser banga lîstikvanên tîma futbolê ya jinan a Hîlalê, Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) “Rohilat Efrîn”, tevî Berdevka YPJ’ê “Roksan Mihemed” û endama Meclîsa Leşkerî “Destîna Heleb”, pêşwazî li tîma jinan a Hîlalê kirin, da ku pirsgirêkên dawî yên girêdayî meşa tîmê û lîstikvanan nîqaş bikin. Di hevdîtinê de, nîqaşên berfireh li ser rastiya weşana werzîşa jinan û rûbirûbûna astengiyên li pêşiya lîstikvanan hatin kirin. Herdû fermandaran piştgiriya xwe ya tam ji bo meşa lîstikvanên Hîlalê ya li hundir û derve nîşan dan, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya piştgiriyê kirin da ku pêşkeftina tîmê bê parastin û lîstikvan bikaribin di qonaxa bê de destkeftiyên mezintir bi dest bixin. Ji aliyê xwe ve, lîstikvanan spasiya Fermandara YPJ’ê “Rohilat Efrîn” û Berdevka Fermî ya YPJ’ê “Roksan Mihemed” kirin ji bo piştgiriya wan a ji bo dozên jinan bi giştî û lîstikvanên tîma Hîlalê bi taybetî. Wan her weha tekez kirin ku ew bi biryar in bi baştirîn şêweyê ku şayendê qurbanîdan û berxwedana jinê be derkevin pêş, di bin dirûşmeya: "Jin, Jiyan, Azadî". #YPJ #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=21773 ypjrojava.net/ar/?p=23854 ypjrojava.net/en/?p=23375
YPJ ROJAVA tweet mediaYPJ ROJAVA tweet mediaYPJ ROJAVA tweet mediaYPJ ROJAVA tweet media
Română
1
18
75
1.7K
YPJ ROJAVA
YPJ ROJAVA@YPJDefense·
Şandeya Partiya Jinan A Komînist A Sosyalît Serdana YPJ’ê Kirin. Şandeya Partiya Jinan a Komînist a Sosyalît îro serdana YPJ’ê kirin. Şande ji aliyê Berdevka YPJ’ê Roksen Mihemed, Endama Konseya Leşkerî Destîna Heleb û Endama Konseya Leşkerî Berxwedan Qamişlo ve hatin pêşwazîkirin. Di şandeyê de Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Roksen Mihemed axivî û wiha anî ziman: ‘Çalakiyên gel ên ji bo zimanê Kurdî, ew bîr û bawerî ku wî hestê destpêka Şoreşê dide me. Ji bo vê mirov çi bike jî mirov deyndare, taybet di vê demê de. Deynek pir mezin ya vî gelî di stuyê me de ye em ê hewl bidin layîqî vî gelî derkevin.’ Her wiha di dawiya hevdîtinê de Şandeya Partiya Jinan a Komînist a Sosyalît wêneyê jina pêşeng Sakîne Cansiz (Sara) diyarî YPJ’ê kir. #YPJ #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=21762 ypjrojava.net/ar/?p=23843 ypjrojava.net/en/?p=23365

Türkçe
1
10
73

0
13
57
983
YPJ ROJAVA
YPJ ROJAVA@YPJDefense·
Li Kobanê merasîma oxirkirina şervana YPJ'ê. Di atmosfereke tije xemgînî û rûmet de, bajarê Kobanê şahidiya oxirkirina cenazeyê şehîd Agrî Zagros kir, a ku bi wêrekî û feda kariya xwe ya di ber welat de dihat naskirin. Şehîd Agrî di nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de sembola têkoşînê bû, ku canê xwe di oxira azadî û rûmetê de bexş kir. Girseyên mezin ji şêniyên bajêr û herêmên derdorê herikîn merasîmê, li gel dengê dayikên dildewr ku zarokên xwe di şerên têkoşînê de winda kirine. Dayikên ku êş di dilê wan de rûniştiye li hev civiyan da ku xema xwe ya ji ber windakirina Agrî bînin ziman, di heman demê de dirûşmeyên ku dibêjin "Şehîd namirin" bilind bûn.Di vê navberê de, fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mehmûd Qermox di dema merasîmê de daxuyaniyek da û tê de tekez kir: "Em ê li ser xeta şehîdên xwe têkoşînê bidomînin, bijarteyên me paşve gavin nakin, û soza me ji wan re berdewamkirina li ser riya azadiyê û parastina welat e. Em şehîdan didin û ji riya têkoşînê venagerin. Amadebûyan bi gotinên piştgirî û pejirandinê bersiv dan axaftina Mehmûd Qermox, ku coş û biryardariyê nîşan dida. Tîlîliyên dayikên şehîdan kêm nebûn, yên ku bi destên xwe nîşana serkeftinê bilind dikirin û tekez dikirin ku xwîna şehîdan dê bibe berhemê azadiya gelê wan.Tişta ku van şehîdan tîne cem hev, hezkirina welat û azadiyê ye, û bi her xatirxwestinekê re dirûşmeya nemir di mejî û dilan de rûdine: "Şehîd namirin", da ku bîranîna wan di bîra nifşên pêşerojê de zindî bimîne. #YPJ #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=21754 ypjrojava.net/ar/?p=23835 ypjrojava.net/en/?p=23356

11
52
1K

9
47
895
YPJ ROJAVA
YPJ ROJAVA@YPJDefense·
Şandeyek Ji Aktivîstên Alman Serdana YPJ’ê Kirin. Şandeyek ji Aktivîstên Alman yê Delegasyon a pengavên 'Women Defend Rojava' û 'Defend Kurdistan' serdana YPJ’ê kirin. Şande ji aliyê Endama fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, Berdevka YPJ’ê Roksen Mihemed, Destîna Heleb û Bêrîtan Heseke ve hatin pêşwazîkirin. Her wiha Endama fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn derbarê entegrasyona YPJ’ê de axivî û wiha anî ziman: ‘Sedsala 21’an, sedsala nîqaşkirina çareseriya ne, sedsala pêşengtiya jinane, ev jî kes nikare jibîr bike an jî înkar bike. Jin bi xwe hatiye wê astê ku îradeya xwe bibîne û xwe nas bike. Dema ku me dest bi şoreşê kir em bi hêjamerek pir kê ya bi çend kesan bûn, em ji wir hatin vê rojê.’ Herwiha di dawiya hevdîtinê de Aktivîstên Alman pirtûkek ji zimanê Almanî ya bi navê ‘Pirtûka dest a Vegera Wekheviyê’diyarî YPJ’ê kirin û li ser navê YPJ’ê jî Endama Fermandariya Giştî Rohilat Efrîn desmal diyarî wan kirin. #YPJ #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=21746 ypjrojava.net/ar/?p=23828 ypjrojava.net/en/?p=23349
YPJ ROJAVA tweet mediaYPJ ROJAVA tweet mediaYPJ ROJAVA tweet mediaYPJ ROJAVA tweet media
Română
1
13
92
2.4K

51
1.2K
YPJ ROJAVA
YPJ ROJAVA@YPJDefense·
Meşeke girseyî li Dêrikê piştgiriya YPJ’ê nû kir û daxwaza naskirina navdewletî kir. Îro li bajarê Dêrikê meşeke girseyî ya gel hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajêr, nûnerên saziyên sivîl û endamên Yekineyên Parastina Jin (YPJ) beşdarî meşê bûn, da ku peymana xwe ya ji bo rûmeta rola pêşeng a jinê di parastina herêmê û destkeftiyên wê de nû bikin. Meş ji Qada Azadiyê dest pê kir û di nav coşeke mezin a gel de ber bi navenda bazara bajêr ve meşiyan. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Paşê, endama Kongra Star Wefa Elî gotarek pêşkêş kir û tê de peyameke xurt û rasterast da ku tê de daxwaza dadperweriyê ji bo feda kariyên van hêzan kir û weha got: "Em wek gel bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin Yekineyên Parastina Jin (YPJ). Îro em daxwaza naskirina fermî ji bo wan dikin; Ji ber dîroka wan a têkoşînê ya dûr û dirêj û rêya tijî feda karî ku bi salan ji bo parastina gel û parastina azadî û rûmeta jinê meşiyane." Çalakî di nav atmosfereke pir bi heyecan de bi dawî bû, ku tê de dengê beşdaran bi dirûşmeyên silavkirina têkoşîna jinê bilind bû û dirûşmeya "Bijî berxwedana YPJ'ê" berz kirin, wek peyamek ji bo berxwedanê û teqezkirina li ser piştgiriya gel a ji bo hêzên jinan li herêmê. #YPJ #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=21719 ypjrojava.net/ar/?p=23801 ypjrojava.net/en/?p=23321
YPJ ROJAVA tweet mediaYPJ ROJAVA tweet mediaYPJ ROJAVA tweet mediaYPJ ROJAVA tweet media
Türkçe
0
8
40
864

954