bijarefix.com

2.6K posts

bijarefix.com banner
bijarefix.com

bijarefix.com

@bijarefix

📚📚Malpera Online ya Pirtûkfiroşiyê . 📌📌dabînkarê bijartîyên we . 📌seçtiklerinizin sağlayıcısı . 🤳WhatsApp: 0543 873 21 21

Diyarbakir, Turkey Katılım Ocak 2019
4.2K Takip Edilen2.3K Takipçiler
bijarefix.com
bijarefix.com@bijarefix·
@selimtemo @mesafergl Tu Maqûlê maqûlan î gewrem û wê yezdan çi tişta ku tu ji bo welatê xwe hêvî dikî wê nîşanî te bide … silav û hezkirin bo cenabê te . Derbasî be şîfa her pahra te be
Türkçe
0
0
2
149
Selim Temo
Selim Temo@selimtemo·
Silav li civatê, Heft sal şûn de yanzdeh roj berê dilê min dîsa got, “bes e, hew ji min tê, were em herin.” Min got, “ma dengê bişkivîna kulîlkên Kurdistanê nayê te jî, em ê çawa biçin?” Ev car giran bû, kûr lê da, sîngê teqand, pê hesand ku mirin heye. Pêşiyan gotine, “Mirin hespekî spî ye, li ber derê her kesî ye…” Spasiya kesên qîmet dane dikim. Mala we/wan ava be. Edetê me ye, mirov di rojên giran de li hev tên. Spasiya kesên li gor edetî tevgeriyan dikim. Yên ku li gor edetî tevnagerin, jixwe, bi qewlê Edûlê, “bêçand û bêpergal” in. Çend nav ne tê de, ji siyasetmedaran kesê/î li halê min nepirsî. Gava “kumsor”ek, “efendî”yek bi zekemê keve dibe bavo birawoya wan, lê ji bo Kurdeka/ê li ber sekeratan mesajek girdobelek jî belav nakin. Xaniyê gewre 330 sal berê gotibû: “Namûs e li hakim û ‘emîran” / “Tawan çi ye şa’ir û feqîran” [(Rastkirina rewşa xerab meseleya) namûsê ye ji bo pêşeng û mîran / Ma çi sûcê helbestkar û ronakbîran (=feqîr / miskîn) heye tê de?]. Gotin ser de nayê gotin! Sê meh berê jî li eynî nexweşxaneyê bûm, -malbat jî di nav de- min nehişt kes pê bihese. Çend nexweşînên din jî derdikevin. Min nedizanî ku bi rastî jî dûrî / xerîbî kûr lê diçe. Heke vegera welêt nebe qismet an “mirina bêwext” wek hespekî spî were ber derî, divê neteweya min a wêrek bizane ku çawa min şermekê nebiriye ber deriyê daybavê xwe, min ti şermê neaniye ber deriyê neteweyê jî. Qisûr navê min e, lê ji xîretê zêde min dîn û îdeolojî tune. Ji gellek hevalên xwe zêdetir jiyam -mala min bişewite. Wa meyîtê qemer ê Teymenî hê jî li orta çarşiya Batmana şewitî li erdê ye. Ba li pora Uysalî dide, her diçe zertir dike. Semrayê miriya şevên çiyê bû, di şeveka çiyê de şehîd bû… Ez mabim çi ye, hebim çi ye, nebim çi ye? Bila serê min bi qurbana şêrên me yên çargurçik bibe. A ji destê min tê xwendin û nivîsîn e. Ez jî deyndarê neteweyê me û “şerê epîstemîk” jî perçeyek ji şerê azadiyê ye. Hatime wî temenî ku dikarim şîretan li ciwanan bikim. Delalno, şerê hev nekin. Layîqê şehîdan bin. Ji hev hez bikin. Guh nedin xêrnexwazan. Ne tenê di karesatê de, di serkeftinê de jî yek bin. Zeviya welatê me şewitandine; em divê bawerî, ruh, hezkirin, aqûbet, hevkarî û hêzê lê biçînin da dara me ya jiyanê heşîntir bibe. Herçî ez im, “nêrgizek l’ bin newalê b el a we l a!..”
Selim Temo tweet media
Română
101
79
684
26K
bijarefix.com retweetledi
Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana@hevidarzana1·
We navê zarokên xwe ji bo dersa Kurdî nivîsî? Zimanê dayikê kesayet û xwebûna zarok dikemilîne. Zarokê ku bi zimanê xwe diaxive, jixwebawer û serbilind e. Zarokên xwe ji koka wan neqetînin û Kurdî hilbijêrin👍
RudawKurdi@RudawKurdi

#GRAFÎK- We ji bo dersa Kurdî serî li dibistanan daye? Malbat dikarin heta 20ê Sibatê ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin #ziman #Kurdî

Türkçe
1
36
135
2.8K
bijarefix.com retweetledi
Zana Farqînî
Zana Farqînî@Farqiniz·
Ji stêrên geş ên li esmanê çand û zimanê kurdî, yek jî tu yî... Pirtûka pêşî ya ku min bi kurdî xwend, Mem û Zîna Ehmedê Xanî bû. Ew a cenabê te ew ji alfabeya erebî guhastibû alfabeya kurdî ya latînî. Ez bi wê hînî xwendin û nivîsîna bi zimanê xwe bûm... Oxur be...
Zana Farqînî tweet media
Română
2
38
326
5.3K