Bawer Rûken

1.4K posts

Bawer Rûken banner
Bawer Rûken

Bawer Rûken

@bwruken

...nivîskar/author...

Katılım Ağustos 2020
1.4K Takip Edilen1.9K Takipçiler
Bawer Rûken retweetledi
dr. dilawer zeraq
dr. dilawer zeraq@dilawerzeraq·
Hewce ye gengeşekirina vê mijarê ji derekê, ji qonaxekê dest pê bike da ku wêjeya Kurmancî di siberoja nêzik de teqlekê bide xwe û asoyên keskesorî jê re bibe aqûbet... em ê gengeşe bikin bi hev re kerem kin werin tev li gengeşeyê bibin...
Lîs Yayınevi@lisyayinevi

Vê şemîyê saet di 3'yan de ew ê nivîskar û akademîsyenê hêja @dilawerzeraq di heqê rewşa #WêjeyaKurmancî de biaxive. Kerem bikin. @wejegehamed

Türkçe
0
4
22
1.2K
Bawer Berșev
Bawer Berșev@BawerBersev·
Piştî 15 rojan dîsa li ser karê xwe me. Ji qirika xwe emelîyat bûm û niha baş im.
Bawer Berșev tweet media
Türkçe
7
1
27
907
Bawer Rûken
Bawer Rûken@bwruken·
... Di vê xana dinyayê de Beckett jî qederekê jîya. Beckett, nivîskarê bi metnên xwe re rastgo û dilsoz. 🌿 "...ez ê tu carî nizanibim, di bêdengîyê de hûn ê nizanibin, divê hûn berdewam bikin, ez ê berdewam bikim." Sêbare 13 avrêl 1906- ...
Bawer Rûken tweet media
CY
0
0
5
169
Selim Temo
Selim Temo@selimtemo·
Oxir be Ebdilhekîmê Gulîstanê. Bavê me yê delal. Tu wek gulşîranekê jiyayî. Te ne axatî, lê hevaltî kir. Te ji xwe da, lê ji kesî nestend. Te umrê xwe wek qencekî xas bir serî. Te Kurmanciya gewr xist dilê me. Dengê te yê hezîn li gir û zeviyên me, li hewş û baxçeyên olan da. Êdî ne tenê zaroyên te, stranên te jî sêwî ne. Bavo lo bavo, xweşmêro, siwarçako, maqulo... *: Hawariya me li "Mala Taziyeyê ya Vahdettin Terece" ya li Taxa Gultepeya Batmanê ye.
Selim Temo tweet media
Română
233
100
1K
63.9K
Faik Öcal
Faik Öcal@ocal_faik·
Pirtûka min a çîrokan "4 Bajar û 45 Çîrok " dest bi rêwîtiya xwe kir. Bi xêr be roniya çavê min... @Sitavyayinevi1
Gaziantep, Türkiye 🇹🇷 Türkçe
8
15
75
3.2K
Bawer Rûken
Bawer Rûken@bwruken·
... Ez ê te her timî bi vê dîmenê bi bîr bînim: Li odeya Zanîngeha Artukluyê a ku ji binbana herifî av dihat û te bê xem xebatên xwe berdewam dikirin. ☘️ Bi hurmet û hezkirin mamosteyê mamosteyan. ...
Bawer Rûken tweet media
Türkçe
0
1
7
340
Bawer Rûken
Bawer Rûken@bwruken·
@GWizeresH Ing. astro truf e. Yanê, mêrga lekî. Ji bo Kurdî meriv bibêje Yarîgeha Lekî sankî xweştir e. Helbet zimanzan divê dest bavên vê meseleyê.
Română
1
0
2
294
OMER DILSOZ
OMER DILSOZ@GWizeresH·
Gelo ji bo "halı saha" di tûrê we de çi gotin hene?
Türkçe
15
0
16
4.9K
Çidem Baran
Çidem Baran@BaranCidem44476·
Piştî pazdeh salan di roja Pîroz Newrozê de çapa duyemîn
Çidem Baran tweet media
Română
4
8
49
2K
Bawer Rûken
Bawer Rûken@bwruken·
... Bi nêtpakî dipirsim, Gelo Kurdek çima li ser hunera WAN dinivîse? Çima fîlm an pirtûkên wan dikin rojeva xwe? Ew qas fîlm û pirtûkên me hene ku li ser niqaş bênkirin ne? Qey nivîsîna li ser hunera SERDESTan hinekî jî ne dilbijandin e? ...
Türkçe
0
0
3
221
Bawer Rûken
Bawer Rûken@bwruken·
... Tu li vir bûyî, tu li vir î, tê li vir bimînî… di bîra me, bîrdanka me, helbest û çîrokên me de wekî çiyayekî mezin ê li pişta me, tê her li vir bimînî. 🍂 Oxir be şêxê mino ... @diyarname1 diyarname.com/news.php?Idx=6…
Română
0
1
10
273
Bawer Rûken
Bawer Rûken@bwruken·
... Îro ji rojan Helepçe ye. Lavijeke dirêj e di bîrdanka me de ku wê tu carî lal nebe. ... #Helepçe
Română
0
1
8
261
Bawer Rûken retweetledi
Lîs Yayınevi
Lîs Yayınevi@lisyayinevi·
Sertaca helbesta Kurmancîya reş, dildarê zimanê me Ehmed Huseynî edî nemir e. Risteyên te ew ê rêya me ronî bike.
Lîs Yayınevi tweet media
Română
0
10
57
1.6K
Bawer Rûken
Bawer Rûken@bwruken·
... "li vir bimîne keskê zeytûnê, xuşîna serkaniyan di dilê helbestê de biçîne li wir bimîne û xewna min ber bi axa sar ve bişîne" Ehmed Huseynî 🍂 Yek ji stûnê helbesta Kurdî a hevçax Ehmed Huseynî, koça dawîn kiriye. Hetahetayî... TU yê her LI VIR bimînî şêxê mino ...
Bawer Rûken tweet media
Türkçe
0
2
40
614
Selim Temo
Selim Temo@selimtemo·
Silav li civatê, Heft sal şûn de yanzdeh roj berê dilê min dîsa got, “bes e, hew ji min tê, were em herin.” Min got, “ma dengê bişkivîna kulîlkên Kurdistanê nayê te jî, em ê çawa biçin?” Ev car giran bû, kûr lê da, sîngê teqand, pê hesand ku mirin heye. Pêşiyan gotine, “Mirin hespekî spî ye, li ber derê her kesî ye…” Spasiya kesên qîmet dane dikim. Mala we/wan ava be. Edetê me ye, mirov di rojên giran de li hev tên. Spasiya kesên li gor edetî tevgeriyan dikim. Yên ku li gor edetî tevnagerin, jixwe, bi qewlê Edûlê, “bêçand û bêpergal” in. Çend nav ne tê de, ji siyasetmedaran kesê/î li halê min nepirsî. Gava “kumsor”ek, “efendî”yek bi zekemê keve dibe bavo birawoya wan, lê ji bo Kurdeka/ê li ber sekeratan mesajek girdobelek jî belav nakin. Xaniyê gewre 330 sal berê gotibû: “Namûs e li hakim û ‘emîran” / “Tawan çi ye şa’ir û feqîran” [(Rastkirina rewşa xerab meseleya) namûsê ye ji bo pêşeng û mîran / Ma çi sûcê helbestkar û ronakbîran (=feqîr / miskîn) heye tê de?]. Gotin ser de nayê gotin! Sê meh berê jî li eynî nexweşxaneyê bûm, -malbat jî di nav de- min nehişt kes pê bihese. Çend nexweşînên din jî derdikevin. Min nedizanî ku bi rastî jî dûrî / xerîbî kûr lê diçe. Heke vegera welêt nebe qismet an “mirina bêwext” wek hespekî spî were ber derî, divê neteweya min a wêrek bizane ku çawa min şermekê nebiriye ber deriyê daybavê xwe, min ti şermê neaniye ber deriyê neteweyê jî. Qisûr navê min e, lê ji xîretê zêde min dîn û îdeolojî tune. Ji gellek hevalên xwe zêdetir jiyam -mala min bişewite. Wa meyîtê qemer ê Teymenî hê jî li orta çarşiya Batmana şewitî li erdê ye. Ba li pora Uysalî dide, her diçe zertir dike. Semrayê miriya şevên çiyê bû, di şeveka çiyê de şehîd bû… Ez mabim çi ye, hebim çi ye, nebim çi ye? Bila serê min bi qurbana şêrên me yên çargurçik bibe. A ji destê min tê xwendin û nivîsîn e. Ez jî deyndarê neteweyê me û “şerê epîstemîk” jî perçeyek ji şerê azadiyê ye. Hatime wî temenî ku dikarim şîretan li ciwanan bikim. Delalno, şerê hev nekin. Layîqê şehîdan bin. Ji hev hez bikin. Guh nedin xêrnexwazan. Ne tenê di karesatê de, di serkeftinê de jî yek bin. Zeviya welatê me şewitandine; em divê bawerî, ruh, hezkirin, aqûbet, hevkarî û hêzê lê biçînin da dara me ya jiyanê heşîntir bibe. Herçî ez im, “nêrgizek l’ bin newalê b el a we l a!..”
Selim Temo tweet media
Română
97
75
671
26.9K
Bawer Rûken
Bawer Rûken@bwruken·
... Xwezaya retorîka vegotin û kiryarîyê ev e, tiştek bi rêya tiştekî din tê ravekirin. . . . Tiştê ku ev demek e li holê ye bi tu tiştî neyê ravekirin. . . . Heke tiştek bi rêya tiştekî din neyê ravekirin ew ne tu tişt e. ...
Türkçe
0
0
4
203
Bawer Rûken retweetledi
Lîs Yayınevi
Lîs Yayınevi@lisyayinevi·
HERIMÎ •BAWER RÛKEN• @bwruken Herimî, romana nifşekî ye. Bi rêya her sê serkarakteran -meriv dikare wan wekî antî-karakter binirxîne- çarenûsa wan şênber dike. Nifşê ku li Bakur dijî bi me dide zanîn ku heta siberoja wî welatê ku ji mêtinkaran re bûye cih û war neyê zanîn, dê ne pêkan be ku êşa vî nifşî jî bê fêmkirin. Roman ne tenê tundûtûjîya dewleta mêtinkar a zordest vedibêje; ew di heman demê de tundûtûjîya xwezayî ya hîyerarşîk jî vedibêje. Di rêya atmosfera avakirî re kodên civakê û hêmaya bavên zilimkar li ber çavan radixe û êşa takekesîya karakterên romanê xelek bi xelek di dirûvê civakê de berfireh dibe û derdikeve pêşberî me. Herimî, bi teknîka xwe ya cuda, bi zimanê xwe yê qerfok û bi bikaranîna derfetên hunera romanê balkêş e. Balkêşîya sereke ya vê romanê di bikaranîna alegorîyan de berbiçav dibe. Alegorîyên di vê romanê de wekî qalik hatine bikaranîn. Em pê dihesin ku ji qalikê romanê biwêdetir derdê vê romanê destnîşankirina kakilê wê ye. Bawer Rûken bi zimanê xwe yê nêzî dilikê civakê, me ber bi gîyanekî zîyandîtî û herimandî ve dikişkişîne da ku rastîya welatekî biparvekirî di pîyaleya ronîkirina êşa sernixumandî ya bindestîyê de keremî xwîneran bike. Hema hema bi berfirehî ji hemû beşên jîyana vî nifşî anektod û çîrok hene. Ji nîqaşên li ser wêjeyê bigire heta bi muzîk, polîtîka, rexneya civakê û jîyana rojane... Tev li ku di serî de wekî beşên jihevcuda têne dîtin jî, lê dema di dawîyê de li hev têne hûnandin hingê wateya xwe dibînin. #roman 📍lisyayinevi.com/herimi
Lîs Yayınevi tweet media
Türkçe
0
4
13
415