

Hogir Berbir
721 posts

@hogirberbir
Qêrîna min dilopek hest e! . .
















Birîndar im… birîna min kûr e, dayê Birîndar bûn û şehîd bûna "Xezal Mewlan" kiçe Pêşmergeya Rojhilatê Kurdistanê bi dronên rejîma Îranê, ne tenê bûyereke trajedîk e, lê ew bû şermeke mezin ji bo kesên ku divê parêzvanê jiyana mirovan bin. Ev bûyer nîşan dide ku bêrehmî û nemirovahî, di nav karbidestên siyasî û dezgehên ku bi navê pizîşkî û mirovahiyê têne naskirin de, hîn jî dikare bibe rastî. Li nexweşxaneyên bajarê Silêmanî, ku divê cihê wergirtna çareserî û dermankirinê bin, mixabin rûmeta mirovî û pîvanên navneteweyî bi sedemên siyasî û xulametiya ji bo dijmin, hatin binpêkirin. Ev kiryar, di dijberiya benda 12 ya Peymana Cenevê (1949) de ye, peymanek ku dewleta Iraqê jî îmze kiriye. Lê li vir, yasayên mirovahiyê hatin binpêkirin û mirovahî di bin lingên xiyanet û xwefiroşiyê de hat şikandin û pelçiqandin. Neçareserkirina birîna Xezalê û şehîd bûna wê, ne tenê windabûna jiyana normal-ayayî a mirovekê bû, belkî ew bû mirina rûmeta mirovahiyê jî. Ew cure reftar û bêrûmetiya han tenê derheqî Xezala bieîndar nebû, ew êşeke giran e ku dilê milyonan Kurdên welatparêz dişewitîne; bixasmanî ew dê û bavên ku zarokên wan, wekî pêşmerge, ji bo azadiya axa xwe û serweriya neteweya xwe, canê xwe didin. Ez bi bawerî dibêjim: rojekê, ev êş û birîn, wê bi azadiya neteweya Kurd werin dermankirin. Lê ev rûreşî û xiyanet divê her tim were bîranîn û neyê ji bîr kirin. Divê ew xiyanet bibe ders ji bo nifşên pêşerojê, ji bo ku zarokên me bizanin xiyanet û nemirovahî çi ye û tu carî destûr nedin ku dîsa dubare bibe.


Ji bo 20 saliya @diyarname1 û keda hêja @oguzcemil1 gotarek muhteşem tê. Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran Lê zêde derbarê Dengbêj Xalitê Rizo ku ji herêma Mêrdînê ye agahî tune Û derbarê Kela Aśîtan jî zêde agahî tune. Lê hûnê fetha bajarê Patrîpol û Gûrciyê bibînin













