

KOMA XWENDINÊ YA BATMANÊ
1.3K posts

@KomaBatmane
Bi xwendinê kurdî geş bike, bi kurdî xwendinê xweş bike. 👉☀️@KomeleyaAri☀️👈 👉☀️@RojavaUniv☀️👈





















Kovara Hawarê 15ê Gulana 1932yan de li Şamê dest bi weşanê kir.Celadet Elî Bedirxan tevî rewşenbîr û nivîskaran ji bo pêşxistin,parastin û standarkirina Zimanê Kurdî bi alfabeya Kurdî Kovara Hawarê derxist.Kovar heta 1943yan hat weşandin û bi giştî 57 hejmar derketin #kovarahawar

Em ê wek Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk sibê di saet 18.00an de daxûyaniya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bidin û êvarê bi şahiyê berdewam bikin.Hemû gelê me vexwendî ye,jê nemînin🍀 #15êgulanêcejnazimanêkurdî #statuyakurdîperwerdehiyabikurdî #bijîzimanêkurdî

Zimanê Kurdî bindeha hemû nirxên Kurdayetiyê ye.Her çiqas bi sedan sal in bi pişaftin û deshilatdariyê re rû bi rû mabe jî li her qadê têkoşîna Zimanê Kurdî didome û heta Zimanê Kurdî bibe xwedî statu û bibe zimanê perwerdehiyê têkoşîn dê bidome. #statuyakurdîperwerdehiyabikurdî






Di 22yê Nîsanê sala 1898an de li Qahîreyê ji aliyê Mîqdad Mîthat Bedirxan ve yekem rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan dest bi weşanê kir. Bi vê minasebetê ev roj wek ‘Roja Rojnamegeriya Kurdî’ tê pîrozkirin. #rojarojnamegeriyakurdî li hemû kurdan pîroz be ✌️