ÖMER GÜNES

1.3K posts

ÖMER GÜNES banner
ÖMER GÜNES

ÖMER GÜNES

@ROJENARYEN

Parêzerê qewmê xwe, lêkolînerê edebiyata dengbéjiyê.

Katılım Aralık 2020
460 Takip Edilen1K Takipçiler
ÖMER GÜNES retweetledi
Selim Temo
Selim Temo@selimtemo·
Diyar e, Memê sebra wî lê bar e êdî hew îdare kiriye. Ez şahidê hevalê xwe yê delal im ku ji bo şerma malê di malê de bimîne çiqas li ber xwe daye. Ez şahid im ku ji bo kesek bi hin rezaletan nehesin çawa tehemul kiriye. Ez şahid im ku çawa keda wî hatiye dizîn, lê ji bo Kurdek aciz nebe çawa ji xwe daye. Ez şahid im ku di dewra qeyûm û barbariyê de çawa şewqeya xwe kişandiye ser bijangan û çûye di karê giran de xebitiye da serî li ber dagirkeran netewîne. Ez şahid im ku çawa bi mehan li ser cilikekî razaye û balîfek xwe tunebûye ku bide navbera pişta xwe û dîwêr. Memo yek ji wan zarokan e ku Roma reş gund û mal lê xerakiriye, şewitandiye. Li bin konên naylonî yên "karkerên demsalî" mezin bûye, di nav heriya zeviyên serdestan de xwe û neteweya xwe naskiriye. Di 13-14 saliya xwe de helbest şandine "Rewşen"ê, di 17-18 saliya xwe de xema şehîdên me xwariye. Memê ku bi hevaltî û biratiya wî şanaz im, di dewra xerakirina bajaran de li ber serê Cemîlayê giriyaye, "Li Rûbarê Dêrgulê" bi hestên salên 90î qêriyaye, li pey xewna qulingan di xewa kûr re çûye. Ez barê Memî zêdetir nekim, lê Mem em in. Em çawa ji ber qîlên gurên har ku hezaran salan cîhanê xerakirine xelas bûne û mane ew jî ji ber dagirkeriya çavsor û jiyana ne-bextewar xelas bûye û maye. Mem, "Darbesta Wedat Aydin, lê Amedê Amedê, kesk û sor zer pêçane" nekiriye "Sanma ki bizbizeyiz lê Amedê Amedê, olene dek sizleyiz!" Mem, "Li Bota' dîlan e, Egîdan ser hildane" nekiriye "Bu şehre sozumuz var, sahalar rakiplere dar!" Berê serdestan stranên me didizîn, niha golikên qol ketine nav stranan dikin Tirkî û dibin kesên "maqûl" lê Mem Ararat ku "Kurmancê reş" e dibe nîşange? Nabe ku rantiye keda Memî û hunermendên me bixwin. Ne qanûnên serdestan ên "telîf"ê lê isûla civata me û şoreşgeriyê pîvêr e. Berê karê "sazî"yan ji bo şoreşê bû, lê hin sazî êdî malê şexsan in, şexsan dest danîne ser. Divê ji pişt mertalê qanûnên Tirkan derkevin û mafê hemû hunermendên Kurd radestî wan bikin. Nabe hunermendên Kurd li hemberî desthilatdariya Kurdan "jî" têbikoşin! Nabe ku saziyên "me" yên heyî bi qeydê serdestan bikin. Memê me yê çargurçik hunera me dibe ser dikên qurre yên cîhanê. Mem navê serkeftina Kurdiya me ye. Hez dikî godarî bike, hez nakî godarî neke. Lê neheqî lê neke, xîreta wî nahêle ku dilê te bişkîne, lê dizanim ku dilê wî wek Kurdistana me fireh û xemgîn e. Selîm Temo
Türkçe
81
188
951
122.9K
ÖMER GÜNES retweetledi
Nûçe Tv
Nûçe Tv@nucenutv·
📌Nûçe Tv dest bi weşana xwe ya fermî dike.
Türkçe
34
127
1.1K
33.2K
ÖMER GÜNES retweetledi
Komeleya Lêkolînên Kurdî
Komeleya Lêkolînên Kurdî@Komeleya_Kurdi·
Roşanê Ziwanê Kurdkî fîraz bo. Estareyê ziwanê ma her wext biberiqîyo!
Komeleya Lêkolînên Kurdî tweet media
Română
0
7
22
804
ÖMER GÜNES retweetledi
Nûçe Tv
Nûçe Tv@nucenutv·
#nûçetv Me destpê kir... PîROZ BE
Română
52
280
2.1K
107.1K
ÖMER GÜNES retweetledi
Selim Temo
Selim Temo@selimtemo·
Kovara me, Vîn, di salvegera 94. a Hawarê de dest bi weşanê kir. Silav li ruhê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan û hemû "Hawar"iyan. Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be! kovaravin.com Ji îro pê de Vîn vîna me ye. Baş e, "Kî ne Em?" VÎN DEST PÊ KENO Ma çend serrê pirrê bi felaketan derbas kerdî. Çemê adirinî herikîyayî deşt û newalanê ma ra. Badê çend serrê pîrrê bi felaketan, barbarî kenê binbikewê. Ma qefesêko zengarin ra vecyayî. "Ma estê", qewlê ê şerwanê berkenî ra. Edebîyatê ma nê seserranê bi felaketan pirrê de waşt bibo her çiyo ke kemî bi netewe ra. Badê seserranê pirrê bi felaketan, henî ma do vatişê xo dinya ra û wextî rê vajim. Bi şêwe û ziwaneko ciya, bi wastis û eşqêko ciya, bi îrade û kelecanêko ciya; Vîn dest pê keno. "Raye zana." Ma do raye de bimûsim. Eyro ra pey Vîn îradeyê ma yo. VÎN DEST PÊ DIKE Me çend sedsalên tije bi karesatê derbas kirin. Çemên agirîn herikîn li deşt û newalên me. Piştî çend sedsalên tije bi karesatê barbar dikin têkbiçin. Em derketine ji qefeseka zengarî. "Em hene", bi qewlê wî şervanê berken. Wêjeya me di maweya sedsalên tije bi karesatê de xwest bibe her tişta kêm bû ji neteweyê. Li dûv sedsalên tije bi karesatê êdî em ê gotina xwe ji dinê û demê re bibêjin. Bi şêwe û zimanekî cuda, bi daxwaz û evîneka cuda, bi vîn û kelecaneka cuda; Vîn dest pê dike. "Rê dizane." Em ê di rê de hîn bibin. Ji îro pê de Vîn vîna me ye… VÎN DEST PÊ KENA Çend sedeyekî pirr le karesatman derbaz kird. Rûbarî agirîn be şax û dolekanî nîştimanî ême da xurrîn. Diway çend sed sallî pirr le karesat, hêzî berberyan nizîke be tewawî têkşikên. Diwa car qefesî asinînî jengawîman şikand u wek şervanêkî leser pê hawarman kird; "ême heyn". Le mawey sede pirr le karesatekanî mêjûman da wêje û edebyatî ême wîstî şiwêngirewey hemû ew şitane bê ke netewe neybû. Diway sedan sallî pirr karesat îtir katî ewe hatiwe qisey xoman be dîn û dunya billêyîn. Be şêwez û zimanêkî ciyawaz, be hez û evînêkî ciyawaz, be xwast û xulyayekî ciyawaz; Vîn dest pê deka. "Rê dezanê"… û êmeş be dem rêgawe fêr debîn. Lemrowe îtir Vîn vîyanî ême ye. Vîndar: Aydin Ekîn, Azad Dilwar, Azad Kaysadu, Bawer Aydin, Berken Bereh, Buhişt Issa, Dîbar Çelîk, Dîlan Yasak, Enes Yildiz, Fatma Savci, Ferhadê Mihemed, Furkan Îşlen, Haden Oz, Hebûn Elbakî, Îbrahîm Şêxşerefî, Jan Alî Yekta, Jiyar Homer, Kawa Nemir, Kenan Ogur, Lorîn Demirel, Luqman Ehmed, Netîce Altun Demir, Ozlem Guntaş, Rojîn Şêx Hemo, Sebahattîn Sumelî, Sedat Ulugana, Selîm Temo, Seyîdxan Kurij, Siya Jandar, Sîbel Akman, Şênê Mihemed, Xelef Wanî. Vîndank: Ehmed Huseynî, Mehmet Emîn Bozarslan, Refîq Sabîr. HevpeyVîn: Fatma Savci. Belge: Belavokeka Kurdî a dewleta Tirkan ji bo reşkirina Serhildana 1925an. Werger: Alana Marie Levinson-LaBrosse, Alfonsina Storni, Alphonse Daudet, Arthur Rimbaud, Berthold Brecht, Charles Bukowski, James Finn Garner, Kate Chopin, Rafael Alberti, Rita Mae Brown, Tracy Fuad. @berken_bereh @fatmasavci @hadenoz @KawaNemir1 @LorinDemirel @LukmanAhmadArt @ropasorra @agriisyanirapor @selimtemo @Seyidxaneli
Română
12
85
302
22.1K
ÖMER GÜNES retweetledi
Murshid khaznawi
Murshid khaznawi@MurshidKhaznawi·
Em Kurdan! Em ê li vir bimînin… Em ê bi Kurdî biaxivin… Em ê bi Kurdî binivîsin… Û em ê bi Kurdî bi ser bikevin! Bijî Kurdistan!
Türkçe
17
150
830
12.9K
ÖMER GÜNES retweetledi
ÖMER GÜNES retweetledi
Rastî Haber
Rastî Haber@rastiajans·
İbrahim Şahin: Stûna Bîra Kolektîf a Gelê Kurd – Dengbêjî 🔶 Di nava behra edebiyata devkî ya Kurdî de, ew şaxê ku herî zêde rehên xwe berda nav kûrahiya civakê, bêguman dengbêjî ye. Ligel hemû zextên dagirkerî û asîmîlasyonê, ev hunera qedîm wekî kevneşopiyeke berxwedêr maye û bûye stûna sereke ya çanda Kurdî. 🔶 Beriya edebiyata modern û medyayên nûjen, dengbêjan rola rojnamegeriya edebî jî bi cih anîne. Di sêwirandina kilaman de hest û ramanên kûr ên gel hatine vegotin rasti.tv/__trashed.html
Rastî Haber tweet media
Türkçe
1
14
57
6.2K
ÖMER GÜNES retweetledi
Mikaîl Aslan
Mikaîl Aslan@MikailAslan_MA·
4 ê Gulanê, Tertelê Dêrsimî. Roca Şîyaye xo vîr ra nêkenîmê! -- Kara Gün 4 Mayıs! 1937-38 Dêrsim Soykırımını unutmuyoruz! #TertelêDêrsimî #4êGulane facebook.com/share/v/1NQyj4…
Türkçe
4
57
296
4.8K
ÖMER GÜNES retweetledi
Berzo Berbang
Berzo Berbang@BerzoBerbang·
Pirtûka min "ZIMAN: MAN Û NEMAN " ji Weşanên Sîdar derket! Kesên ku dixwazin zimanê kurdî ji gelek alîyan ve nas bikin, bistînin, bixwînin.
Berzo Berbang tweet media
Türkçe
11
40
167
4.8K
ÖMER GÜNES retweetledi
Nûbihar
Nûbihar@nubihar·
Derket! Dîroka Edebîyata Kurdî Serdema Berî Îslamê & Serdema Xanedanan (Sedsal: BZ VIII - PZ XV) Prof. Dr. Abdurrahman Adak Di qonaxên Med, Hexamenîşî û Silûkî yên serdema berî Îslamê (BZ VIII-III) da li erdnîgariya Medyayê zimanê Medî (Kurdiya Kevnar) wek zimanê axiftin û edebiyata zarekî hatiye bikaranîn. Di qonaxên Eşkanî û Sasanî (BZ III-PZ VII) da ziman û edebiyata Medî bi navê Pehlewî (Kurdiya Navîn) hebûna xwe domandiye û bi taybetî di serdema Sasanî da edebiyata Pehlewî ya nivîskî pêş ketiye. Di her sê sedsalên pêşî yên serdema Îslamî da Pehlewî (Kurdiya Navîn) di qada Mecûsîtiyê da geşedana xwe domandiye. Ev mawe di heman demê da ji bo peydabûna edebiyata Kurdî ya serdema Îslamî qonaxeke amadeker e. Di sedsala X’em da bi avabûna xanedanên Medî/Kurdî ra (Şeddadî, Buweyhî, Hesenweyhî…), “Edebiyata Kurdî ya Serdema Xanedanan” peyda bûye ku di lîteratura edebiyata Îranê da wek “fehlewiyat” hatiye binavkirin. Edebiyata Kurdî, heta ku di sedsala XVem da “Edebiyata Kurdî ya Serdema Mîrektiyan” dest pê bike bi fehlewiyatê hatiye temsîlkirin ku Baba Tahirê Hemedanî nûnerê wê yê herî girîng e. Li gor Kurdiya Pehlewî (Kurdiya Rojhilatê) asta wê pir kêm be jî metnên pêşî yên Kurdiya Kurmancî (Kurdiya Rojavayê) jî di serdema xanedanan da hatine dayîn. nubihar.com/urun/diroka-ed…
Nûbihar tweet media
Türkçe
2
46
150
8.3K
ÖMER GÜNES retweetledi
Selim Temo
Selim Temo@selimtemo·
Atanmış muhalif Yıldıray Oğur, KHK ve ihbar listeleri hazırlayıp bizi üniversiteden atan ekip ve başını bir güzel yağlamış. Boş küme Akif Beki de bu ekibi Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü'nü kapatmaya çalıştıklarında -beni hedef göstererek- aklamaya girişmişti. Oğur ve Beki bunlara dikkat etsin. Ekibin internette silmeyi unuttuğu linklerden hep beraber ölmüş hocaefendilerine bağlanırlar sonra. Yani "Çû heyfa bavê..." Bu ekip Oğur'a yazdırdıkları gibi Jaba Arşivini getiren değil, aksine arşivin kopyasının getirilmesine karşı çıkan ekip. Merhum Kadri Yıldırım'ın başında olduğu heyet, Azerbaycanlı bir Kürt işinsanının katkısıyla arşivin kopyasını Mardin'e getirmişti. Ama arşiv atıl kaldı. Dijital kopyalarını güç bela edinebildik. Sonra hendek-barikat savaşı başlayıp yeni bir barbarlık çağına geçilince Oğur'un yeni kankaları enstitüye el koyup onu iyice devlet Kürdolojisine çevirdiler. Oğur hızını alamamış her sene akademik sıralamada sonuncu olan okula "Eton College" deyivermiş. Ne kadar da Batılı bir sağcı! Ama mister, Hevrîn Xelef'i katleden Ahmad Ihsan Fayyad al-Hayes de dahil olmak üzere çok sayıda şeriatçı terörist bu "üniversite"den mezun edildi! Onu da söylesene. 20 kadar Barış İçin Akademisyenler üyesi akademisyen ile Kürdistan'ın diğer parçalarından gelen 10 kadar ünlü Kürdolog ve 30 kadar uluslararası, kadın ya da Alevî akademisyen ihraç, yıldırma veya onur kırıcı muamele ile o okuldan atıldılar. Mahkeme kararları ile işlerine dönen KHK'lı arkadaşlarımız tekrar tekrar atıldılar. Deyiver hele! Beyt: Taşraya geldi deyü ol mülevvis hâmeye Cümle dâbbe ü mekesân pervâne olısar
Selim Temo tweet media
Türkçe
4
113
424
38.9K
ÖMER GÜNES retweetledi
Rênas Jiyan
Rênas Jiyan@renasjiyanrenas·
Rênas Jiyan Hemû Helbest 1999-2023 Janya Koleksiyona Çirûskan/Mexzena Xwînê Diêşiya Dîn û Şîn Berfwerîn Êvar Încas in Şev Kersele
Rênas Jiyan tweet media
Türkçe
0
12
93
2K
ÖMER GÜNES retweetledi
Komeleya Lêkolînên Kurdî
Komeleya Lêkolînên Kurdî@Komeleya_Kurdi·
18ê nîsanê salvegera avabûna Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû. Çinara kurdî 34 salî ye. Hezar carî pîroz be! Ew ê her bibe bîr û hafizeya rewşenbîriya kurdan, têkoşîna ji bo mîrateya çand, ziman û hunera kurdan û xebatên kurdî. Bi hêviya şaxên gumreh û gelek salên dîtir…
Türkçe
0
12
39
2.2K
Rastî Haber
Rastî Haber@rastiajans·
🔶Yalçın Küçük için Ankara'da askeri tören düzenlendi…
Türkçe
27
9
43
64.8K
Selim Temo
Selim Temo@selimtemo·
Oxir be Ebdilhekîmê Gulîstanê. Bavê me yê delal. Tu wek gulşîranekê jiyayî. Te ne axatî, lê hevaltî kir. Te ji xwe da, lê ji kesî nestend. Te umrê xwe wek qencekî xas bir serî. Te Kurmanciya gewr xist dilê me. Dengê te yê hezîn li gir û zeviyên me, li hewş û baxçeyên olan da. Êdî ne tenê zaroyên te, stranên te jî sêwî ne. Bavo lo bavo, xweşmêro, siwarçako, maqulo... *: Hawariya me li "Mala Taziyeyê ya Vahdettin Terece" ya li Taxa Gultepeya Batmanê ye.
Selim Temo tweet media
Română
233
99
1K
63.8K