𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪

10.6K posts

𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪 banner
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪

𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪

@hunerjen

Ji mirovbûnê pêyve ol û bawerîya min tune. 💙 I have no religion or faith other than being human. #honrawe #hunerjen #kurdishpoetry #kurdishphilosophy

Bakurê Evînê Katılım Mart 2017
98 Takip Edilen4.2K Takipçiler
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪
Dibêjin "Heft çêlekên yekî hebûn, cîranê wî jî tenê xwedî golikekê bû. Mêro her sibe zû hişyar dibû, li golika cîranê xwe dinerî û keserên kur dikêşa." De hela çê ku ji bilî pênûs û tembûrekê tiştekî min tune ye û ez bi wan bextewar im. Çimkî têra xwebûn û xwezaya min dikin. 🥰
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪 tweet media
Türkçe
1
3
24
432
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪
Mirov ji rabûna yekî bêtir li ketina wî kêf dikin û li çepikan didin. Bi peyvek dî, gava kêfa mirovan ji serkeftina yekî re tê, di wê kêfê de çavnebarî heye û gava kêfa mirovan li ketina yekî tê jî, di wê kêfê de dilhêniktî heye. Loma civakên bi paş ve mayî, qet bi pêş nakevin!🍁
Türkçe
0
1
11
253
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪
Min û hişê rêstî di navbera xwe de pirayek zexim û xweşik saz kirîye. Ew min hînî Înglîzî dike, ez jî wî fêrî Kurdî dikim. Kurdîya Xursê ha! ne ya deverek din. Henek li hêlekê, bi qasî ji destê min tê ez wî fêrî "Kurdîya aqademîk"😅dikim. Pêşveketinek xweş çê dibe. De ya bi xêr🥰
Türkçe
1
1
7
297
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪
Bi peyvên xelkê, tiştek nayê gotin. * Heta yên rûniştî rabûn; yên rabûyî rûniştin. Meş bi reşî gerîya. * Em gîyanewerên gîyanê devê kêr û gwîzan in; loma em ê bikin ku heta ew fêm bikin bê li zinarek çawa tund qelibî ne. * Em gîyayê bin kevirin roj heye ku ew kevir jî bigendirin!
Română
0
1
9
268
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪
@FelixKeskin Em "ji kîsî xelkê" bijîyana, me serê xwe bi Kurdî re nedêşand, me yê jî wek xemsar û sersar û di xwere nedîtîyan; bi tirkî, erebkî û fariskî bijîya ne? Em behsa algorîtmaya hişê rêstî û dirûvê Kurdî - Farisî dikin. Algorîtma li ser referansên fermî dixebite. Te çawa fêm kir gelo?
Română
1
0
0
43
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪
Ez nizanim kes guh û bal dide nade; lê dîsa jî ez ê tiştekî xweş bêjim: Hişê rêstî / AI; hêdî hêdî hînî Kurdî dibe. Ez zanim wek me bi hezaran Kurd her roj peyvek be jî lê zêde dikin. Di vir de jibo nasîna dengê Kurdî, min pêşnîyazek heye; Divê em dengnasîna Farisî bi kar bînin✍️
Română
2
1
8
323
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪
Lewre Kurdî û Farisî ji heman çavkanîyê derhatine û bi deng û şêwe gelek dişibin hev jî. Hin peyvên me bi wan re hevpar in. Loma heger li ser dengînîya (fonetîk) Farisî were tomarkirin, wê sûdek gelek bi kêrhatî jê bê wergirtin. Silav li dil û destên berxwedêr.🩵
CY
0
0
5
154
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪
@helbestxanim Mirovên vê serdemê jî wek mirovên berê û bêtir ji serjêkirinê hez dikin. Heger ew serê li jêbûnê ne serê heval û hogir û hezkirên wan bî, ew hezkirina wan îcar derdikevî ezmanan. Loma bêtir ji naverokên tundî, çêrok û êrîşkar hez dikin û dîn û bala wan li wan tiştên beredayî ye.
CY
0
0
3
77
ℋℯ𝓁𝒷ℯ𝓈𝓉 𝒦𝓊𝓇𝒹𝒾̂
... Dê tiştekî bêjim, bes aciz nebin! :) Niha ez (haşa ji vê dîwanê) du dujînan, sê nifrînan, pênc gotinên vala û ne di rê de binivîsim û siyaseteke qirêj bikim, dê bi sedan caran bête ecibandin û şopandin. :) Gelo çima sîstema serdemê me her carê ber bi erzanbûnê ve dikişîne?
Română
3
2
29
810
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪
Me îşev bi hişê rêstî re ji ferhenga xwe, ji benda "A" bi tevahî 147 peyv û biwêj bi deng û nivîskî li kewarê zêde kirin. Îcar kewar çi ye? kewar, berê di dîwarên xanîyan de cihê zad û nifqeyê salê bû. Her ji çend rojan genim jê dihat kişandin û arvan jê dihat hêran û dibû nan.🥰
Türkçe
0
2
15
373
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪
Gundîno, rêbera min î telefonê jê çûye. Ji kerema xwe re yên bêy min xewa wan nayê û xwarin û vexwarin li wan diherrime, bera bangekê bidin min, an peyamek maç û himbêzkirinê felan ji min re bişînin, jibo ez wan ji nû ve binivîsim û gelek tiştên xweş. Xweda we biparêze. Amen.🥰🙏
Türkçe
0
0
14
468
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪
Em du payizên bi hêvîya biharê berî li zivistanê dilezînin û diçin me berf û pûk daye xatirê kulîlkan em dizanin ku xeyala wê biharê tenê hêjayî bihartina bi hezaran payiz û bi hezaran zivistanên reş û dirêj e loma ne sar û seqem me têk dibe ne birçîbûn û belengazîya dinyalikê!🥰
Türkçe
0
1
14
292
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪
Dibêje "zimanê ku ferhenga wî, stranên wî, helbestên wî û çîrokên wî hebin, ew ziman wenda nabe." Bê minet û çinet dibêjim, min ferheng jî nivîsî, stran jî û çîrok û çîrvanok jî. Loma li ser navê xwe, ne bi xêra tu kesî. Hela çê di vê rê da bi pêş ve diçim, heta bi roja mirinê!
Română
0
3
24
395