
Receb Dildar
604 posts

Receb Dildar retweetledi

Berhemên wekî Leqatê, Hêlin-Gundikê Dono(Mahmut Baksî)-Şivanê Kurmanca(E. Şemo)-zimanê Eyyüp Kıran- Dê û Dêmarî(Egîdê Xûdo)- zimanê Hesenê Metê- berhemên xwerû Kumancî ne. Siya zimanekî din neketiye ser wan. Ji bo tiryakiyên Kurmanciya reş hemî pêşniyaz in 🙌
Receb Dildar@recebdildar
Türkçe

Ez bi romana LEQAT ê serbilind im.
Bawer Berșev@BawerBersev
Di Kurdî de kêm pirtûk çapa 3yem dibin.
Français
Receb Dildar retweetledi

🦉☕️☕️🦉Beşa 74an a Qehwe û Felsefeyê bi mijara Rih û Metafîzîkê bi Fîlozof Îbnî Sîna li hemû platformên podcastan berdest e jê nemînin. ⤵️
youtube.com/watch?v=mtRbIT…

YouTube

Română
Receb Dildar retweetledi
Receb Dildar retweetledi

📢Platforma Ciwanên Serbixwe bû TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ!
🔴TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ 17ê Adarê (17.03.2026) li Amedê li meydana Mizgefta Mezin hate ragihandin.
🔴Kurtenavê tevgerê: VEJÎN
🔴Daxuyanîya ragihandinê:
BI NAVÊ XWEDAYÊ KURDISTANÊ
Silav û rêz û xoşewîstî
Îro vejîneka nû dest pê dike di dîroka Kurdistanê da. Îro ekoleka nû dest pê dike. Bingeha kevneşopeka nû tê danîn. Ev hişmendîya bilind a ku îro li vê derê amade ye ji kûrahîya dil û dîroka vî miletê bindest peyda bûye. Hewildana me ew e ku em wê îradeya pêşeng a neteweyî bi rêk bixin û rêbazeka nû bidine ber ber miletê xwe di doza neteweyî da!
Gîyanê vê serdemê û realîteya dîrokî-civakî ya Kurdistanê, doktrînekê li ser me ferz dike ku azadîxwaz be ji bo hemû cudahîyan û rizgarîxwaz be ji bo miletê Kurd. Êdî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ne bi Îslamîzma reel dibe û ne bi sekulerîzma reel dibe, divê ji her duyan jî were borandin. Êdî divê ji Îslama navend-Tirkî û navend-Erebî û navend-Farisî jî û ji sekulerîzma Kemalîzmê û Beisîzmê û hwd jî were borandin. Û hemd ji Xwedayê Kurdistanê ra ku me bi danîna rêbazeka irfanî û azadîxwaz û yeksanîxwaz ev yek pêk anî. Ev tevger, mala hemû Kurdistanîyan e; Îslamî jî û sekuler jî û hemû bîr û bawerîyên din jî dikarin bi nasnameyên xwe yên eşkere werine nava vê tevgerê. Li vê derê, ne tenê azadîya rojane, azadîya sîyasî-hiqûqî ya hemû alîyan tê naskirin; azadîya sîyasî-hiqûqî ya Îslamê jî û azadîya sîyasî-hiqûqî ya sekulerîzmê jî û hemû alîyên din jî. Ev projeya azadî û yeksanîyê ku çarerêya krîza Rojhilata Navîn e jî, heta îro bi dengekî bilind nehatîye ragihandin û bi rijdî parastina wê nehatîye kirin. Em totalîterîzm û despotîzm û jakobenîzma Îslamîzma reel û sekulerîzma reel red dikin. Îslameka ku tê da hemû mafên Kurdan nehatibin naskirin û azadîya dînên din û sekulerîzmê tê da nehatibe misogerkirin, ew Îslam li ba me bi tu awayî nayê qebûlkirin. Her wisa sekulerîzmeka ku tê da hemû mafên Kurdan nehatibin naskirin û azadîya Îslamê û dînên din tê da nehatibe misogerkirin, ew sekulerîzm jî li ba me bi tu awayî nayê qebûlkirin. Jixwe gîyanê vê serdemê jî di qada civakî-sîyasî da gîyanekî pluralîst e, kî şerî vî gîyanî bike dê bişikê.
Bihêztirîn çeka îdeolojîk a di destê serdestên Kurdistanê da dîn e, me ew çek jî êdî ji
wan sitand û berê vê çekê me da wan! Me gotara Îslamî hem di gel serdemê û hem di gel doza neteweyî ya miletê Kurd guncand. Êdî divê baş were zanîn ku doza neteweyî ya miletê Kurd îbadet e ji Xwedayê Kurdistanê ra. Xwedayê Kurdistanê helbet Xwedayê erd û asîmanan û hemû tiştên navbera wan e. Bi vî awayî me ew nakokîya sexte ji holê rakir ku di navbera Îslam û doza neteweyî ya miletê Kurd da, di navbera Xwedê û Kurdistanê da hatibû sazkirin. Me bingeheka bihêz û sîstematîk danî li dijî Îslamîzmên serdestan; divê Îslamîzma pêşeng-Tirkî û pêşeng-Erebî û pêşeng-Farisî ji Kurdistanê bicehimin biçin! Ev dekolonîzasyona gotara Îslamî ye li Kurdistanê. Piştî xwenasînê û hişmendîya dîrokî-civakî-sîyasî, qebûlkirina Îslameka din êdî ne mimkin e.
Îro li Kurdistanê helwesta herî birûmet û herî gerdûnî neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî ye. Ne tenê Kurd, divê hemû mirovên heqnas piştevanîya neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî bikin. Ev hem erkekî neteweyî ye, hem dînî ye û hem însanî ye. Êdî bayekî bihêz ê neteweperwerîyê dest pê kirîye li Kurdistanê. Bayekî wisa ye ku êdî tu kesek û tu hêzek nikare rê li ber bigire. Kîjan alî dijayetîya vî bayî bikin, ev ba dê wan bide ber xwe û bi erdê ve pehn bike û biçe. Êdî li Kurdistanê ji bilî rêbaza neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî dê tu rêbazeka din nikaribe bibe rêbaza serekî. Mafê dîyarkirina çarenûsa neteweyî prensîpeka bingehîn e. Divê miletê Kurd li ser axa xwe serwerîya xwe ya neteweyî pêk bîne. Ev mafekî gerdûnî ye ku îro li hemû cîhanê tê qebûlkirin. Îro hê jî mafê self determînasyonê pêwîstîyeka hiqûqa navneteweyî ye ji bo miletê Kurd. Hem hiqûqa îlahî û hem hiqûqa navneteweyî di gel miletê Kurd in. ⤵️


Suomi

Bı xêr hatî keko, tü hêja yî.
خالدسادینیXalidSadini@XalidSadini
Îro, li Weqfa İsmail Beşikci ya Amedê, min û kekê Muhsin Kızılkaya, sohbeteke xweş ji bo civateke bi nirx û qîmet pêşkêş kir... Bi rastî jî hatina mamosteyên wekı @eyubsinan @recebdildar @akeskinavesta Omer @GWizeresH @ruhavi û seydayê @vahap_coskun em gelek keyfxweş bûn...
Türkçe
Receb Dildar retweetledi

“Carinan xwe ji bîr dikir, bi stêrkan dixuricîn re diherikî kêrahîya ezmanê bêdawî.
Bêdengîyê ew dikuşt. Li benda dengekî bû”
@recebdildar Şikefta Xwekuştinê, p. 30


Română
Receb Dildar retweetledi

Jiyana 365 Alim ú Edîb û Şaîrên Kurdînivîs di vê pirtûkê de hatine cemandin û berhev kirin.
Kurdînûs girîngtirîn kitêba li ser zana û nivîskarên Kurd e. Xebateke bi salan bi kedeke mezin hatiye kirin e.
Hûn dikarin bi rêya peywend.com siparîşa xwe bidin.
Türkçe


Ez li Amedê me, endamê PENA KURD im lê haya min jî vê civînê tune, tu her bijî
Fatma Savci@fatmasavci
"Wekî rewşenbîr, peywira me ne tenê nivîsandin e; di heman demê de parastina destkeftiyên gelê me û avakirina pireke di navbera her çar aliyên Kurdistanê de ye.” Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Amedê Ji bo Rojavayê Kurdistanê Civiyan nupel.tv/niviskar-u-rew…
Português










